Şanda Amerîkî vê serdana Urfayê bike

hîn jî li ser ava kirina komîsyonê negehêştine ti encamekê

Biryare îro şanda Amerîkî yaku bo nîqaşkirin li ser ava kirina komîteya hevbeş ya bo giftûgo kirin li ser çawetiya ava kirina navçeya aram serdana Tirkiyeyê kiriye, biçe devera Urfayê.

Li gor zaniyariyan vê şanda Amerîkî piştî bi dawî hatina civîna xwe ya li gel rayedarên Tirkiyeyê bo lêkolînan vê serdana ser sînor li Urfayê bike.

Weke tê zanîn ku biryar bû Tirkiye êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike lêbelê Amerîka ev yek qebûl nekir û niha di navbera her du aliyan de giftûgo li ser çawetiya ava kirina navçeya aram têkirin.