Polîs êrîşî ser xelkê kir

çend kes birîndar bûne û çend kes jî hatine girtin

Îro li Diyarbekirê xelk bi mebesta şermezar kirina biryara hikûmetê ya bo diyar kirina qeyûman bo şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Vanê kom bû.

Herwiha biryar bû di dema kombûna han de jî HDP li ser mijarê daxuyaniyek biweşîne lêbelê hêzên polîs bi tundî êrîşî ser xelkê kirin û şer û pevçûn di navbera wan de qewmî û tê gotin hijmareke zêde welatî birîndar bûne û hijmareke din jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.