Dalkurd di yariya Kupayê de 4 gol avêt

serkeftineke din bo xwe misoger kir

Tîma futbola ya Kurdî li Swêdê Dalkurd duh di Kûpaya Swêdê de, di xula duyemîn de, li dijî tîma bi navê FC Guteyê 4-2 bi ser ket û serkeftineke teqez wergirt.

Tîma Kurdî Dalkurd di yariya duh de, di beşe yekem ê yariyê de 2-1 li pêş qedand.

FC Gute di xuleka 52yan de golek avêt û wekhevî pêk hat û encam bû 2-2.

Piştî vê golê bi 10 xulek bi şûnde Dalkurd goleke din avêt û encam bû 3-2.

Berî ku yarî bi dawî bibe, di xuleka dawiyê de, tîma Kurdî Dalkurd goleke din avêt û skor bû 4-2 û bi vê encamê Dalkurdê serkeftineke teqez wergirt.

PeyamaKurd