Îran: Siûdiye rastî qirîzeke mezin tê

dibêje tevahiya navendên girîng di bin metirsiya êrîşên mûşekî dene

Fermandarekî leşkerî yê Îranê diyar kir ku Siûdiye li şerê Yemenê yê li dijî Husiyan gehêştiye dawî û nikare tiştekî bike.

Fermandarê spaha pasdaran ya Îranê Husên Selamî eşkere kir ku niha rewşa Siûdiyeyê gelek aloze û ewlekariya Siûdiyeyê nemaye, navendên hesas û steratejîk yên vê welatî ketine bin metirsiya êrîşên mûşekî yên husiyan.

Selamî herwiha diyar kiriye ku vê Siûdiye rastî qirîzeke mezin ya însanî bibe û rewşa vê welatî têk biçe û bi hezaran kes li vê welatî koç bikin.