DIŞI êrîşî ser heşda şebî kir

5 kes hatine kuştin

Şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê êrîşî ser navendeke çekdarên heşda şebî ya li başûrê Kerkûkê kir.

Li gor zaniyariyên taybetî şeva derbasbûyî hijmareke terorîstên DIŞIê li bajarokê Daqoqê ya li başûrê Kerkûkê êrîşî ser navendeke çekdarên heşda şebî kirine û di encam de 6 kes hatine kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.

Çend jêder behsa vê yekê dikin ku piraniya kuştî û birîndaran welatiyên medenî ne.