Partiyên Îtalya bo avakirina hikûmetê li hev dikin

sê partî hevpeymaniyeke hevbeş ava kirine

Rikeberîya Îtalya, Partiya Demokrat û Tevgera Pênc Stêrkan ya populîst ser avakirina hikûmeteke koalîsyonê ya nû li hev kirin.

Li gor nûçeyeke voayê Serokê Tevgera Pênc Stêrkan Luigi Di Maio dîyar kir ku ew berê bi Serokê Partîya Demokrat Nicola Zingaretti û dûre bi Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella re kom bûye û wan li hev kiriye.

Li gor lihevkirinê, li ber e ku serokwezîr dîsa Giuseppe Conte be.

Conte, di koalîsyona Tevgera Pênc Stêrkan û Partiya Lîg, ku rastgirê tundrê ye, bibû serokwezîr û piştî kêşeyên nelihevkirinê karvekişîna xwe ragihandibû.