Li Hewlêrê du pêşengeh tên vekirin

4ê Îlonê destpê dike

Biryare di rojên pêşiya me de Hewlêrê du pêşengeh werin vekirin.

Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya pêşengehên Hewlêrê vê roja 4ê Îlonê du pêşengeh li pêşengeha navnetewî ya Hewlêrê werin vekirin û heta 7ê Îlonê berdewam dibin.

Yek ji wan pêşengehan taybete bi kinc, pêst û pêlav û pêşengeha din jî taybete bi kaxez û çap kirin.

Di pêşengehên han de bi giştî 164 kompaniyên curbicur beşdar dibin.