Demirtaş biryarek derbarê dadgeh kirina xwe de daye

li benda biryara dadgeha mafên mirova ye

Ji parêzerên xwe re gotiye beşdarî danîştina dadgehê nabe.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demirtaş biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe û li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bimîne.

Dadgehîkirina hevserokê berê yê HDP, Selahattin Demirtaş hêj berdewam e û di çarçoveya darizandina wî de, biryar e îro civîneke din a dadgehê li Enqerê birêve biçe.

Demirtaş bi parêzerên xwe re şêwir kiriye û biryar daye ku di civîna îro ya dadgehê de amade nebe.

Serdozgariya Komarî ya Tirkiyê di doza ku li dijî Demirtaş de amade kiriye, daxwaza 142 sal cezayê zîndanê ji bo wî kiriye.