Amerîka dorpêçên nû danî ser Îranê

dibêje çavkaniyên darayî bo spaha pasdaran dabîn kirine

Wezareta darayî û gencîneya Amerîkayê belav kir ku di çarçoveya siyasta Amerîkayê ya lawaz kirina Îranê de, dorpêçên nû li ser Îranê hatine danîn.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyar kirin ku dorpêçên vê carê li ser petrol û kerta veguhastinê ya Îranê ne.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku vê carê dopêç li ser 16 dezgehên curbicur, 10 kesayetî û 11 keştiyên Îranê hatine sepandin.

Wezaretê diyar kiriye ku sedema sepandina wan dorpêçan eve ku ev kes û dezgehên han hevkariya dabîn kirina çavkaniyên darayî ya spaha pasdaran kirine.