Civîna Serok Barzanî li gel şanda HDPê destpê kir

daxwaza şîretan ji Serok Barzanî dike

Piştî ku îro şanda HDPê bi Serokatiya Hevserokê HDPê Sezayî Temellî serdana Hewlêrê kir, şanda han ji aliyê Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Di civînê de vê behsa rewşa deverê, doza Kurd û Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdî were nirxandin.

Herwiha vê şanda HDP daxwaz ji Serok Barzanî bike ku derbarê pêvajoya nû de û çareser kirina kêşeyan de şîretên pêwîst bide wan.

Şanda HDPê îro danê sibê gehêşte Hewlêrê ji aliyê rayedarên partiya demorkata Kurdistan û Parêzgarê Hewlêrê ve hate pêşwazîkirin û biryare piştî civîna xwe li gel Serok Barzanî, li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bicive.