Kati Piri: Bila hikûmet berê biryarê du caran bîr bike

dibêje bê YE helwesteke tund nîşanî Tirkiyeyê bide

Raportora Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrupa (YE) Kati Piri diyar kir ku ger bajarvanê Stenbolê ji kar were dûr xistin ewê encamên wê giran bin.

Piri bi rêya twitterê peyamek weşand û têde diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê bajarvanan ji karên wan dûr dixe û bal kişande ser vê yekê ku wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê dijî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gefan dixwe.

Piri got: Ger wî ji kar dûr bixin ewê bo peywendîyên YE û Tirkiyê encamên giran çêke.

Vê diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê berî biryarê divê du caran bifikire.

Bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê meha borî ji alîyê weareta navxweyî ya Tirkiyê ve ji kar hatibûn dûr xistin û li şûna wan qayum hatibûn erkdar kirin.