Konsulusê nû yê Brîtanyayê xwe bi Serok Barzanî da nasîn

dibêje lazime têkiliyên her du aliyan werin bihêztir kirin

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton kir.

Di hevdîtinê de Konsulusê nû yê Brîtanyayê James Thornton diyar kir ku armanc ji serdana han xwe nasandine bi Serok Barzanî, û kêfxweşiya xwe ya lihember pêşveçûnên heyî di prosesa siyasî ya li Kurdistanê û herwiha destbikar bûna kabîneya bû ya Kurdistanêe diyar kir.

Thornton herwiha eşkere kir ku Brîtanya dixwaze Kurdistan bihêz û aram be û anî ziman ku hêvî dike têkiliyên navbera Brîtanya  û Kurdistanê bihêztir bibin.

Her di vê civînê de pêşhatên siyasî yên Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên madeya 140 hate nirxandin.