Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê Plandanan yê Iraqê kir

wezîrê Îraqî spasiya Serok Barzanî kir

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê plandanan yê Îraqê Dr Nûrî El Dilêmî kir.

Di hevdîtinê de wezîrê Plandanan yê Iraqê pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di qonaxên cûrbicûr yên jiyana siyasî ya Iraqê diyar kir û hewlên ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyan û berevanî kirina ji pêkhateyên curbicur yên Îraqê bilind nirxand.

Nav hatî herwiha spasî Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir ku di rojên dijwar yên şerê DIŞIê de mêwandariya sedan hezar koçberên Iraqî kiriye.

Wezîrê Plandanan destxweşiyê li Serok Barzanî kir ku rênîşander û şîretê li Parlementerên Kurdistanê li parlementoya Iraqê kiriye ji bo ku berevaniyê ji maf û daxwaziyên welatiyên parêzgehên din yên Iraqê jî bikin.

Her di vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û planên Hikûmeta Iraqê ya li ser proseya geşepêdana li navçeyên cûda cûdayên Iraqê û her wiha avadankirin û baştirkirina jiyana xelkê de danustandina bîr û ramanan kirin.