Artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrînê sivîlek qetil kirin
10/9/2019 - 10:21
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Raco ya kantona Efrînê sivîlek ku beriya 5 rojan revandibûn, qetil kir.
Çavkaniyek ji navçeya Raco ya kantona Efrînê ji ANHA‘yê re diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya 5 rojan sivîlê bi navê Hemada Hisên Henîf ê ji gundê Belîlka yê Racoyê revandibû.
Çavkanî got Hemada ji ber êşkenciya lê hatibû kirin mir.
Malbata Hemada hîna cenazeyê kurê xwe negirtiye.