Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê nûnerê nû yê Amerîkayê li Iraqê kir

li gel şanda Amerîkî behsa rewşa Îraq û deverê kirin

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê nûnerê nû yê Amerîkayê yê li Îraqê Brian McFeeters kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin amade bû, Cîgirê Serokê Nûnerê nû yê Amerîka li Iraqê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtina xwe ya li gel serok Barzanî diyar kir û rola Serok Barzanî ya di prosesa siyasî ya Îraqê de bilind nirxand û got: Armanca serdana me ewe daku ramanên Serok Barzanî yên derbarê rewşa niha ya Îraq û deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hîn bibin.

Di berdewamiya civînê de bi awayekî berfire behsa giftûgoyên di navbera Herêm û Bexdayê kirin û Serok Barzanî careke din tekez li ser vê yekê kir ku piştevaniya diyalogê ya li ser bingeha destûr çareseriya kêşeyan dikin. Herwiha rewşa siyasî ya navçeyê û gefên DIŞIÊ xistin ber behs û giftûgoyan.

Serok Barzanî ragihand ku her çende DIŞI di warê şer de rastî şikest û nemanê hatiye lê belê hîn jî bi temamî nehatiye jinavibirin û mijulî xwe rêxistinê ne.

Serok Barzanî diyar kir ku DIŞI gefe li ser hemû aliyek, ji bo hinek aliyan gefeke nêzîk û ji bo hineke din gefeke dûr dirêje, behsa wan sedeman jî kir ku DIŞI dirust kir û wekî xwe man û nehat çareser kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê û rewşa Kerkûk û navçeyên maddeya 140 hate giftûgokirin.

Rewşa Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî dilgiranî û têbîniyên xwe yên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye ji şanda mêwan re ragihand.