Li Diyarbekirê du Pirtûkên dîrokî hatin girtin

her du yê beriya 800 sala nin

Li gor daxuyaniya Polîsê Diyarbekirê, hêzên polîsê di operasiyonekê de li dijî qaçaxçiyan karîne Incîlek ku ya beriya 800 salane û li ser pêstê xezalê bi ava zêrê hatiye nivîsandin û ji 30 rûpelan pêk hatiye bigirin.

Polîs herwiha eşkere kiriye ku pirtûkeke din ya bi navê Ferman yaku bi xetê aramî li ser pêstê xezal û bi ava zêrê hatiye nivîsandin bigirin.

Her di heman operasiyonê de 4 kes jî hatine girtin.