Pêşmergeyek canê xwe ji dest da

termê vî hîn jî nehatiye dîtin

Duhê êwarê pêşmergeyekî 50 salî li devera Berde Reşê canê xwe ji dest da.

Ev pêşmerge direngiya duhê êwarê bi mebesta avjeniyê xwe avêtiye nava ava zê li nêzî Roviya lê nikariye xwe ji avê derbixe û canê xwe ji dest daye.

Li ser vê mijarê Birêveberatiya hawar hatina Akrê jî diyar kir ku heta niha cenazeyê pêşmergeyê nehatiye dîtin û hewldan bo dîtin û derxistina cenazeyê didomin.