Îraq: Êrîş ji Îraqê pêk nehatine

dibêje em rê nadin kes êrîşî ewlatên din bike

Piştî ku Amerîka di raportekê de derbarê êrîşên ku bo ser rafîneyên petrola Siûdiyeyê pêkhatibûn, belav kir û da zanîn ku êrîş di nava axa Îraqê de pêk hatine, hikûmeta Îraqê bersifa Amerîkayê da.

Di vê derbarê de Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku axa Îraqê nabe cêyê kesên ku bixwazên zirarê bidin welateke din û got: Ev êrîşên ku hatine pêkanîn, di nava axa Îraqê de nebûne.

Ebdulmehdî herwiha diyar kir ku vê bi tundî bersifa her aliyekê bidin ku bixwazibe ji axa Îraqê êrîşî devereke din bike.