Mesrûr Barzanî: Kar bo çespandina bingehên bihevre jiyanê dikin

dibêje rejîma dîktator tawaneke mezin kiriye

Serokwezîrê Kurdistanê peyamek derbarê karesata gunê Sûriya de belav kir ku vê jî tekesta vê ye;

di deheya 60an ya sed sala derbasbûyî de, rejîma dîktator ya Besê tawaneke mezin li gundê Sûriya ya ser bi parêzgeha Dihukê pêk anî, ku di encama tawana han de bi dehan welatiyên sivîl yên Mesîhî, Keldanî, Aşûrî û Misilman bûne qurbanî.

Hevdem li gel şermezar kirina ew tawana han, berevanî ji çespandina bingehên bihevre jiyana netewî û olî li Kurdistanê dikin bo dabîn kirina dadwerî û yeksanî bo tevahiya welatiyan.

Silav û dirûd bo canê şehîdên Kurdistanê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî