Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Libnanî civiya

behsa rewşa welatiyên Libnanî li Kurdistanê kirin

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke parlementoya Libnanê bi Serokatiya Serokê firaksiyona dîdara demokratîk Teymûr Canpolad kir.

Di civînê de behsa rewşa deverê, têkiliyên navbera Libnan û Kurdistanê û metirsiyên terorê li deverê de hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa projeyên hêlbirînê yên Libnanî û herwiha rewşa welatiyên Libnanî li Kurdistanê de kirin.