Trump: Em dizanin kî êrîş kir ser Siûdiyê û em amadene bersivê bidin

dibêje emê bersif bidin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku ew dizanin kî êrîş kiriye ser Siûdiyê û ew amadene bersivê bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser pêgeha xwe ya li Twitter peyamek nivîsandiye û têde diyar kiriye ku, Amerîka amadeye bo bersivdana wan aliyên ku êrîşa dijî şîrketa Aramco ya Siûdiyê pêkanîne.

Trump ragehand, bê goman em dizanin kî êrîş pêkaniye, Lê em li benda temambûna lêkolînan in û em amadene bersivê bidin.

Piştî twitta Trump Koşka Spî jî wêneyek belav kir ku îsbat dike refîneya Aramco bi 17 mûşeên Cruz yên ku ji Îraq û Îranê ve hatine avêtin hatiye biarmanckirin.