Nêçîrvan Barzanî: Hêviya serkeftinê bo zanayên olî dixwaze

dibêje em piştîvaniya hewlên wan dikin

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 49mîn salvegera damezrandina yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de eşkere kiriye ku yekîtiya zanayên olî roleke gelek girîng di çespandin û bihêztir kirina bingehên bihevre jiyanê, bihêztir kirina aştiya civakî û pêşî girtin ji belav bûna hizra tundrewî hebûye. Em jî bi rêzdarî li rola wan dimizînin.

Her bi vê minasebeta han careke din tekez li ser çanda mirovdostî, aştîxwazî û bihevre jiyanê ya li Kurdistanê dikin. Bo bidest xistina ev armanca pîroz jî Serokatiya herêma Kurdistanê piştîvaniya karê dilsozane yên yekîtiya zanayên olî dike.