Li Nêzî Dêra Zorê dîsa li Îranê dan

derbarê kûştî û birîndaran de zaniyarî nehatine belavkirin

Li gor jêderên nûçeyan, duhê direngiya şevê çend balefirên nenas li Rojhilatê Dêra Zorê êrîşeke berfire birine ser navendeke leşkerî ya hêzên Îranî û çekdarên heşda şebî.

Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê direngiya şevê çend balefirên şer yên ku nehatine nasîn, êrîşî ser navendeke leşkerî û sengerên çekdarên Îranî û yên heşda şebî li Rojhilatê Dêra Zorê kirine û di encama êrîşê de hijmareke zêde çekdarên Îranî û yên heşda şebî hatine kuştin.

Weke tê zanîn ev 5mîn êrîşe ku di meha Îlonê de li dijî çekdarên Îranî li Sûriyeyê pêk tê.