Hijmara kuştiyan li Bexdayê zêde bû

hinek aliyên nebawermend jî behsa kuştina 100 kesan dikin

Li gor jêderên nûjdariyê ji Bexdayê, hijmara wan kesan ku di xwepîşandanên Bexdayê de hatine kuştin bo 60 kesan zêde bûye.

Jêderên nûjdarî behsa vê yekê dikin ku hijmara wan kesan ku di encama alozî û  pevçûnên wan rojên derbasbûyî li Bexdayê de canê xwe ji dest dane 60 kese û zêdetir ji 500 kesên din jî birîndar bûne.

Tê gotin ku kuştî ji xwepîşander û hêzên ewlekarî ne û birîndar jî her wisa ji xelkê medenî û hêzên ewlekarî ne.

Weke tê zanîn roja sêşema derbasbûyî xwepîşandan li Bexdayê destpê kiriye û hîn jî didome.

Herwiha hinek aliyên din yên ku asta bawermendiya wan nehatiye diyarkirin, dibêjin heta niha zêdetir sed kesan hatine kuştin.

 

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
تووشبووان
18,200
گیان له‌ده‌ستدان
670
چاکبوونەوە
10,480
تووشبووان
156,995
گیان له‌ده‌ستدان
5,531
چاکبوونەوە
112,102
تووشبوون
20,381,909
گیان له‌ده‌ستدان
741,684
چاکبوونەوە
13,280,356