Balefirên Tirkiyeyê devereke nêzî Sihêla bordiman kirin

hîn jî derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine belavkirin

Îşev firokeyên şer li herêma deriyê sînor ê Başûr û Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî Sihêla hat bordûmankirin

Li gor zaniyariyan îşev balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê, devereke nêzî Sihêla ya li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bordiman kirin.

Derbarê zirarên bordimanê de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.