Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir
7/10/2019 - 15:32
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.
Di hevdîtina ku Konsulusê giştî yê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies jî têde amadebû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê hate nirxandin û her wiha di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û xwepêşandan û girjiyên vê dawiyê ya Bexdayê û parêzgehên dinê Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her di vê civînê de rewşa Sûriye û guhertinên hevkêşeyên siyasî û meydaniyên li Rojhilata Bakûrê Sûriye xistin ber behs û li vî derbarî de her dû alî dilgiraniya xwe li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û her wiha paşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye nîşan da.
Nirxandina gefa teror û hizra tundî ya li ser asayîş navçeyê mijareke dinê vê civînê de bû.