Pentagon: Tirkiyê ji sîstema karê asmanî hate derxistin

dibêje Tirkiye nikare bêyî hemahengî balefirên xwe bifrîne

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Tirkiyê ji Tirkiye ji aliyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya sîstema karê asmanî hate derxistin û ew bi ti awayî piştgiriya êrişa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê nakin.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê Carla Gleason ji ajansa fermi ya hikûmeta Tirkiyê AAyê re ragihand ku Tirkiye ji aliyê Navenda Operasyonên Hevbeş ve ji nav lîsteya “Fermanên Erkên Asmanî” hate derxistin.

Carla Gleason da zanîn ku edî dê agahiyên derbarê keşîf û çavdêriyên de ligel Tirkiyê neyên parvekirin.

Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê destnîşan kir ku êdî nemimkûn e ku Tirkiye bi serê xwe bikare asmanên Sûriyê bikar bîne.

Li ser pirsa “ev tê wateya qada asmanî ji Tirkiyê re hatiye girtin?” Carla Gleason got: “Weke teknîkî neyê vê wateyê jî, lê tê wateya ku ji sîstema karê asmanî hate derxistin û li herêma navborî hema hema êdî nemimkûne ku bêyî hevsengî bifire.”

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
18,200
Mirin
670
dîsadîtin
10,480
Cases
156,995
Mirin
5,531
dîsadîtin
112,102
Cases
20,381,909
Mirin
741,684
dîsadîtin
13,280,356