Kolberekî din hate kuştin

kolbereke din jî hatiye birîndarkirin

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê çekdarên ser bi rejîma Îranê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Serdeştê êrîşî ser kolberên Kurd kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama êrîşê de kolberekî Kurd bi navê Azad Qurbanî Nejad hatiye kuştin û kolberekî din jî birîndar bûye.