Li Pîranşarê du kolber ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin

kuştina kolberên Kurd ji aliyê Îranê ve didome

Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê du kolberên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, derengiya şeva borî li zozana Qendîl Kutran ya Pîranşarê, ku nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de du kolber hatin kuştin. Ewên ku hatine kuştin, birayên hev û xelkê gundê Qebra Husên yê Pîranşarê bûn. Navê yekê Ebdulrehman Muradî û navê yê din jî Sadiq Muradî bû.