Hijmarek penaberên Rojavayî gehêştine Kurdistanê

nêzî 100 hezar kesan hatine Başûrê Kurdistanê

Di çarçoveya operasyon û êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyan de yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, hijmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê aware bûne.

Li gor jêderên têkildar, duhê zêdetir ji 100 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê bi rêya deriya pîşxabûrê de gehêştine Başûrê Kurdistanê û piştî pêşwazîkirinê ji aliyê raydarên têkildar ve, li cîhên ku pêştir hatibûn diyarkirin hatine bicîhkirin.