Rûsyayê ragihand, Amerîka li Sûriyê xiyanet li kir

dibêje Amerîka dixwaze Kurd li gel Tirkiyeyê şer bikin

Berdevkê koşka serokatiya Rûsya, Kremlîn, Demitry Peskov li ser pêwendiyên Amerîka û kurdan ragihand, Amerîka hevalbendê kurdan bû li Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê pişta xwe da kurdan.

Demitry Peskov her wiha da xuyakirin, Amerîka dest ji kurdan berda û xiyanet li wan kir. Niha jî dixwaze kurdan li ser sînor bihêle û bi tirkan re bide şerkirin.

Bi gotina wî berpirsê Rûsya, eger kurd ji sînor venekişiyaban dê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiban perçiqandin.

Gelek berpirs û beşek mezin ji xelkê Amerîka jî mîna wî berpirsê Rûsya hizir dikin û dibêjin, Amerîka xiyanet li kurdan kir.