Nûnera Kurdistanê ya Washingtonê bi Graham re hevdîtin kir

behsa rewşa aloz ya Îraqê hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Bo pêşdeçûna têkiliyên herêma Kurdistanê û Amerîkayê nûnera herêma Kurdistanê Beyan Samî Abdurahman û senatorê Amerîkî yê Komarî Lindsey Graham hevdîtinek pêkanîn. Beyan Samî Abdurahman derbarê naveroka hevdîtinê de weha nivîsandiye; Me bi dostê qedîm yê Kurdistanê re, bi senator Graham re hevdîtinekî kir. Min, bi sedema desteka ku dide xelkê Kurd û Kurdistanê sipasiya wî kir. Me behsa xwepêşandanên rewa yên Iraqê kir û bûyerên ku dibe piştî xwepêşandanan li Iraqê biqewimin, bi hûrgilî me behsa wan kir. Bi xwepêşandanan re behsa guhertina destûra Iraqê têkirin. Guherandinên ku çêbibin, divê mafên xelkê Kurd tê de bên parastin û min ji senatorê bi tecrube xwest ku destekê bide me.”

Di hevdîtinê de behsa pêşdebirina pêwendiyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin û Graham bo nûnera Kurdistanê ragihandiye ku dê dewam bikin û destekê bidin Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.