Hijmara kuştiyên duhê yên li Bexdayê zêde bû

40 kesên din jî birîndarin

Li gor jêderên tendirostî yên li Bexdayê hijmara wan xwepîşanderan yên ku duhê li Bexdayê hatine kuştin bûye 9 kes.

Jêderên tendirostî eşkere kirin ku di çarçoveya xwepîşandanên Bexdayê de duhê 9 xwepîşander li Bexdayê de hatine kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku beşek ji kuştiyan jiber ku goleya gaza rondikrêj bi serê wan ketiye canê xwe ji dest dane.