Hewlêr Pêşangeha berhemên navxweyî hate vekirin
10/11/2019 - 12:22
Li Hewlêrê pêşangeha berhemên navxweyî yên kiştûkalî hat vekirin û gelek berhemên cuda tên pêşandan.
Îro 10.11.2019ê pêşangeha berhemên navxweyî li Parka Şaneder a Hewlêrê hat vekirin û dê 2 rojan berdewam be û eleqeya hemwelatiyan jî bo kirîna berhemên navxweyî zêde ye û hejmarek mezin a hemwelatiyan serdana pêşangehê dikin.
Pêşangehê de fêkî, hingîwîn, gûz û berhemên cuda cuda yên herêma Kurdistanê tên pêşandan.
- Log in to post comments