Hijmara nunerên Kurd di komîsyonê de hate zêde kirin
10/11/2019 - 12:12
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê, Beşîr Hedad ragihand ku hijmara endamên kurd di komîteya ji nû ve nivîsandina Destûra Iraqê zêde bûn.
Nivîsgeha Beşîr Hedad ragihand ku bi hewl û xebata Hedad û firaksiyonên Kurdistanî hejmara endamên kurd di komîteya venivîsîna Destûra Iraqê de, ku ji aliyê parlementoya Iraqê hatibû pêkanîn, zêde bû û bû şeş kes.
Beriya niha sê kurd di komîteya nivîsandina destûrê de hebûn.
Parlementerên kurd yên ku di komîteyê de cî digirin; Viyan Sebrî, Ciwan Îhsan, Yûsif Mihemed Sadiq, Ebdulbarî Muderis, Cemal Koçer û Rêbwar Hadî ne.
- Log in to post comments