Cîhadî di şûna lîreyê daxwaza dolar dikin

dibêjin lîreya Tirkî bênirix bûye

Li gor jêderên çapemeniyê, cîhadiyên terorîst yên ku bi hevkariya artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kirine, daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kirine daku bi lîreyên Tirkî mûçeyên wan nede belku bi dolaran mûçeyên wan bide.

Cîhadiyên terorîst ku mûçeyên mehane ya xwe ji hikûmeta Tirkiyeyê distînin, gotine, buhayê lîreya Tirkî kêm bûye û mûçeya ku didin me tenê têra hefteyekê me dike.

Cîhadî herwiha daxwaz ji Tirkiyeyê kirine daku mûçeyên wan bi dolar bide wan.