Amerîka: Çekdar li xetên sor nîz bûne

dibêje hevpeymanî vê bersifeke dijwar bide wan

Rayedarekî leşkerî ya Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku çekdarên Îraqî yên ku ser bi Îranê ne û ji aliyê Îranê ve hatine pirçekkirin, nêzî xetên sor bûne.

Ev rayedarê han diyar kir ku komên çekdar yên şiî yên ku ji aliyê Îranê ve hatine pirçekkirin weke hizbulah û esayîb Ehlîheq, di kuştina xwepîşanderên Îraqê de beşdar bûne.

Rayedar herwiha eşkere kiriye ku ev çekdarên han nêzî xetên sor bûne û ew yek jî hevpeymanan neçar dike daku bersifeke dijwar bidin wan û encama bersifê jî bi dilî kesekî nabe.