Serok Barzanî li gel firaksiyonên PDKê di civatên parêzgehan de civiya

derbarê çawetiya xizmet kirina xelkê şîret li wan kir

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel nunerê mesîhiyên her sê parêzgehên Dihuk, Hewlêr û Silmanî û firaksiyonên PDKê di civata parêzgehan de civiya.

Di civînê de ku nunerên Kildanî, Asûrî, Sûriyanî jî têde beşdar bûn giftûgo li ser kar û çalakiyên firaksiyonên PDKê di civatên parêzgehan de û rola civatên parêzgehan ya bo çareser kirina kêşeyan hate kirin.

Her li ser vê mijarê çend pêşniyar û têbînî bo baştir kirina çawetiya pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi xelkê hatin pêşkêşkirin.

Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya firaksiyonên PDKê kir û li ser çawetiya kar kirin û baştir xizmet kirina xelkê şîrtên pêwîst li wan kir.