Keştiyeke cengî ya Japonê ber bi Kendavê ve birê ket

dixwaze keştiyên petrolê biparêze

Di çarçoveya zêde bûna aloziyên heyî yên li deverê de, hikûmeta Japonê beriya niha biryar dabû daku bo parastina keştiyên Japonî yên ku petrolê vediguhezin, keştiyeke cengî bişîne deverê.

Di çarçoveya heman biryara hikûmetê de îro keştiyeke cengî ya Japonî li gel du balefirên şer yên Japonî ber bi bendera Eman ve birê ket.

Di nava keştiya han de ji bilî du balefirên şer hevdem zêdetir ji 200 leşkerên Japonî jî hene.