Li Amesterdamê du teqîn çê bûn

teqîn bi rêya nameyên bombekirî pêk hatine

Polîsê Holendî ragihand ku îro çarşem li bajarê Amesterdam ya Holendayê du teqîn çê bûne.

Li gor daxuyaniya polîs teqîn bi rêya nameyên bombekirî pêk hatine û ti zirarek li pey xwe neanîne.