Serokê herêmê li gel James Jeffrey civiya

dibêje piştîvaniya her pêngavek bo yekîtiya aliyên Kurdî dike

Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey kir.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyeyê û gelê Kurd hate kirin û Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî tekez li ser domandina hewlên xwe yên bo lihev nêz kirina aliyên Kurdî li Sûriyeyê kir û anî ziman ku piştgîriya her pêngavek bo yekxistina aliyên Kurdî bo dabîn kirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê dike.

Di heman civînê de giftûgo derbarê çawetiya hewldan bo rawestandin û dawî anîn bi şer li Sûriyeyê hate kirin û tekez li ser rol û bandora hêzên cîhanî û herêmî li Sûriyeyê û hewldanên wan yên hevbeş bo çareser kirina qirîza Sûriyeyê hate kirin.

Di dawiya civînê de her du alî behsa rewşa Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û çawetiya çareser kirina kêşeyên Îraqê kirin.