Kolberekî din canê xwe ji dest da

Kolbereke din jî bi dijwarî birîndar bûye
کوردستان TV
100%

Kolberekî Kurd yê temen 21 sal jiber rijiyana xwînê di nava serê xwe de canê xwe ji dest daye.

Ajnasa kurdpa belav kir ku duhê şemî kolberekî Kurd yê bi navê Seywan Seyfî yê temen 21 sal ku şêniyê gundê Yûjnanî ya ser bi Selwaya ya li Parêzgeha Sineyê ye, jiber ketin û berbûnê, di serê xwe de rastî rijandina xwînê hatiye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Jêder eşkere kiriye ku rexmî hewldanên nûjdaran, lêbelê ev kolberê han jiber zêde bûna asta rijiyana xwînê di mêşkê xwe de canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve her duhê kolbereke din yê Merîwanî ji geliyê Teteyê ketiye xwarê û bi dijwarî birîndar bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.