Bajarê Xoy dîsa hate hejandin

tundiya vê 4.5 pile bûye

Li gor jêderên nûçeyan duhê bi şev erdhejeke din bajarê Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê hejandiye.

Jêderên erdnigarî eşkere kirine ku tundiya erdhejê 4.3 pile li ser pîwana rîxter bûye û di kûrahiya 7km di bin erdê de çê bûye.

Weke tê zanîn zanîn di destpêka hefteyê de erdhejeke din li deverê qewmî bû û di encam de hem li Bakûr û him jî li Rojhilatê Kurdistanê çend welatî canê xwe ji dest dabûn û hijmareke din jî birîndar bibûn.

N: E. G