Hijmara miriyan li Çînê roj bi roj zêdetir dibe
26/2/2020 - 10:34
Li gor çapemeniya Çînê hijmara wan kesan ku heta niha jiber vîrosa Koronayê canê xwe ji dest dane gehêştiye 2 hezar û 717 kesan.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatên dawî de 52 kesên din jiber vîrosê canê xwe ji dest dane û 409 kesên din jî bi vîrosê ketine.
Hijmara wan kesan ku goman tê kirin bi vîrosê ketibin bo 2 hezar û 491 kes kêm bûye û hijmara kesên ku di bin çavdêriyê dene bo 78 hezar û 64 kesan kêm bûye.
N: E. G