Koptereke Îranî ket û 7 leşkerên Îranî birîndar bûn

li Kêleşînê ketiye erdê

Li gor jêderên nûçeyan, duhê sêşem dema koptereke şer ya Îranê ya ser bi qerargeha Hemze ya li Urmiyeyê, li derdorê Kêleşînê digeriya jiber sedemeke nediyar ketiye erdê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di enama ketina kopterê de ku xwestiye erzaq bo leşkerên Îranî veguhêze, 7 leşkerên Îranî birîndar bûne.

Tê gotin ku rewşa tendirostî ya sê ji wan aloze û li gel 4 leşkerên din jî bo dermankirinê bo nexweşxaneyên Urmiyeyê hatine veguhastin.

N: E. G