Li seraserê cîhanê 19 hezar kes canê xwe ji dest dane

109 hezar kes jî baş bûne

Li gor jêderên nûçeyan di nava du mehan de li seraserê cîhanê jiber Koronayê yaku beriya du mehan li Çînê derketibû û bilez li cîhanê belav bû, heta niha 18 hezar û 925 kes canê xwe ji dest dane.

Herwiha li seraserê cîhanê bi giştî 423 hezar û 724 kes bi Koronayê ketine û ji wan 109 hezar û 172 kes piştî derman kirinê rewşa wan baş bûye û vegeriyane malên xwe.

N: E. G