Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexne ya Edebî

pertûk ji 191 rûpelan pêk hatiye û berhemeke wêjeyiye
کوردستان TV
100%

Ji aliyê wêjevan Rebî Zêbarî ve hatiye nivîsandin.

Armanca me ji vê lêkolînê ew e, Edeba Başûrê Kurdistanê ji bo percent dinên Kurdistanê dide nasîn, heta ji bo Kurdên Qefqasê jî.  ev pertûk bi be pirek dinavabera perçên kurdistanê de û bi taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî.

Rexne ya edebî pişkeke ji edebnasîyê ye. Çendîn qonax û çax derbazkirî ne. Li her qonax û çaxkê de rexnegirî bi awayekê serederî digel têksta edebî kirî ye. Rolekê baş lîstî ye ji bo pêşxstina têkstên edebî. Çendîn teorî derketîne holê. Derketina her teorîyekê ji bo serastkirina şaşîyên teorîyên pêş xwe bû û li ser şaşîyên wan di sekinî. Heta roja îro guhartin di rexna edebî de di domin.

 Ev pertûk a min li Weşanxana SÊTAV we re weşandin. Sinorê vê lêkolînê, bi tinê wan rojname û kovare di nava 1991-2003 wergirtîne, ku mijarên rexna edebî di nava xwe de di hewî ne. Paşan lêkolîn li ser kovara Peyv  di nava 2003-2009kirî ye. Helbet lêkolîne me bi tinê alîyê rexna edebî wergirtî ye. Anku gotar û lêkolînên rexna edebî ji bo lêkolîna xwe wergirtî ne. Çûnku piştî 2003’qonaxeka nû li Başûrê Kûrdistanê despêkir. Herweha divê pertûkê de qala  dîrok û rewşa rexne ya edebî ya Kûrdî  li Başûrê Kûrdistanê kirî ye. Armanca me ji vê lêkolînê ew e, Edeba Başûrê Kurdistanê ji bo percent dinên Kurdistanê dide nasîn, heta ji bo Kurdên Qefqasê jî. ku  ev pertûk bi be pirek dinava perçên kurdistanê de û bi taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî: rewşa rexna edebî di rojnamevanî a Başûrê Kurdistanê de di nava 1991-2009 eşkere bikin. Anku astê rexne ya edebî li Başûr eşkere bikin.

Piştî lêkolîn li ser vê kovarê kirî, ew yek eşkere bû, ku rexnegiran bahra pitir li gorî bîr û boçûnên xwe têkstên edebî rexnekirî ne. Îcar ev bo egerê wê yekê, ku nivîskarê têkstê bersiva rexnegîrî de ye. Anku hin cara di bû şer û hêrişkirin li ser hev dû. Têkst dikir rêyek ji bo bersivdana hev dû. Herweha rêja teorîyên rexna giringî bi nivîskarî didin pitirin ji wan teorîyên giringî bi têkstê û xwendevanî didin kêm hatîne kar anîn. Pehra pitir bi awayekê teorî qala wan hatî kirin.

Rebî Zêbarî(Rebî Îsmaîl Xalid Axa ZÊBARÎ), li gundê Şermin a navçeya AKRÊ ya bajarê Duhokê a Başûrê Kurdistanê hat dinê. Zêbarî, perwerdeya xwe bi kurdî girt. Di sala 2013an de beşa Ziman û Edebiyata Kurdî a Zanîngeha Duhokê xilaskir. Her weha xwendina xwe a masterê jî di sala 2017an de, li ser beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Yüzyılıncıya Wanê kir û qedand. Çendîn lêkolîn li ser ziman û çand û folklora kurdî kirine û ev xebatên wî di hin rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Pirtûka Rêbî Zêbarî a bi navê Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî berhema wî ya yekemîn e.

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.