Hunermendek dawî bi greva xwe anî

di meha Nîsanê de endameka vê grûpê canê xwe ji dest dabû

Endamê grûpa hunerî ya bi navê Grup Yorum Îbrahim Gokçek ku greva birçîbûnê heta mirinê dabû destpêkirin, dawî bi greva xwe anî.

Îbrahîm Gokçek duhê sêşem piştî 323 rojan, dawî bi greva xwe anî û bo dermankirinê bo nexweşxaneyeke taybet ya li Îstenbûlê hatiye veguhastin.

Weke tê zanîn zêdetir ji salek bû ku endamên vê grûpa han dest bi grevê kiribûn û di meha Nîsanê de hunrmendeka endamê vê grûpê bi navê Helîn Bolek ku xelkê Diyarbekirê bû canê xwe ji dest dabû.

N: E. G

Peywendîdar

Nûtrîn Vîdyo

COVID-19
Cases
42,386
Mirin
1,553
dîsadîtin
27,324
Cases
327,580
Mirin
8,682
dîsadîtin
261,757
Cases
31,852,024
Mirin
976,599
dîsadîtin
23,451,644