Xwepîşandanên li Îraqê destpê kirin

dibêjin bila hikûmet bilez gavan bavêje
کوردستان TV
100%

Îro li Bexda û hin bajarêndin yên başûrê Îraqê hijmareke zêde ji xelkê daketin qadan û dest bi xwepîşandanan kirin.

Xwepîşanderên Îraî vê carê li dijî partiyên siyasî yên Îraqê û hikûmeta vê welatî diroşim qiriyan û eşkere kirin ku heta daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin vê xwepîşandanên xwe bidomînin.

Hevdem li gel Bexda li bajarên weke Babil, Zîqar, Dîwaniye û Besreyê jî xwepîşandan hate kirin.

Xwepîşander daxwaz dikin ku hikûmet bilez pêngavên erênî bavêje, daxwazên xwepîşanderan bicîh bîne û kesên ku êrîşî ser xwepîşanderan kirine û xwepîşander kuştine bide dadgehê û biryara hilbijartinên pêşwext bide.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.