Li Efxanistanê 37 kes hatin kuştin
12/5/2020 - 17:06
Di encama du êrîşên çekdarî de 37 kes hatine kuştin
Li gor çapermiya cîhanî îro li Efxanistanê di encama du êrîşên cuda yên çekdarî de bo ser nexweşxane û cenazeyekê herî kêm 37 kes hatine kuştin ku di nava wan de zarokên du anjî sê rojî hene.
Êrîşa yekem ji aliyê sê kesan ve bo ser nexweşxaneyekê pêk hatiye û di encama êrîşê de herî kêm 13 kes hatine kuştin.
Her îro li Rojhilatê Efxanistanê jî êrîşî ser merasîma veşartina Efserekê polîs hatiye kirin û di encama êrîşa han de jî 14 kesên din hatine kuştin.
N: E. G